Li Diyarbekirê bi Keremo re xwendina helbestên Kurdî

Li Diyarbekirê bi hunermend û nivîskar Keremo re, şeveke xwendina helbestan hat lidarxistin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi hunermend û nivîskar Keremo re, şeveke xwendina helbestan hat lidarxistin û di şevê de, gelek hunermend, nivîskar û siyasetmedarên Kurd berhev hatin. Di şeva ku bi navê “dîwana helbestên êş û evînê” hat lidarxistin de, li gel xwendina helbestên Kurdî, muzîk jî hat peşkeşkirin.

Li kafeteryayeke Diyarbekirê şeva xwendina helbestên Kurdî hat li darxistin. Di şevê de li gel ku Keremo helbestên Kurdî xwend û muzîk hat gotin, sohbetên li ser huner û çandê jî hatin kirin.

Hunermend û nivîskar Keremo ku helbestên Kurdî xwendin û bal kişand ku li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di bin zext û xetreyan de ye û loma jî, çalakiyên bi vî rengî civakê û xweşiya zimanê Kurdî nêzîkî hev dike û ew jî dixwaze bi xebatên wiha wek çalakvanekî zimanê Kurdî tevbigere.

Hunermend û nivîskar Keremo ji K24ê re got: “Li gor min çalakiyên bi vî rengî ziman ji bo zarok û welatîyan şîrîntir dike. Pêwsit e ku em zêdetir xebat û çalakiyên wiha bikin û li çand û zimanê xwe xwedî derbikevin. Armanca min a ji van çalakiyan jî ez dixwazim bibim aktivîstekî zimanê Kurdî. Dema ku ez helbestên xwe bi civakê re parve dikim girseya wan 4 kes be jî, ew çepikên 4 kesan wekî dinyayekê ye ji bo min.”

Helbesvan û nivîskarên başdarî şevê jî ragihandin ku çalakiyên wiha helebstê digihîne wateya xwe ku herkes dikare kêf û xeşiyê jê bibîne.

Nivîskar û helbestvan Roza Metîna jî da zanîn ku xebat û çalakiyên wiha ji bo zindî hiştina bîrdanka civakê girîng in û divê bi xwedîlêderketinê jî çalakiyên wiha zêdetir bên kirin.

Helbestvan Roza Metîna dibêje: “Derketina nav gel û civakê gelekî girîng e. Bi taybet jî bi vî rengî parastina bîrdanka civakî ku ziman, helbest û wêje bîrdank, dîrok, çand, rastî û nasnameya civakê ne. Loma jî rojên bi vî rengî bi taybet jî bi zimanê Kurdî; hem ji bo parastina nirxên civakî, hem jî ji bo nasnameya Kurdî gelek girîng in.”

Cîvaknas û helbestkarê Kurd Jîr Jan Amedî jî anî ziman ku li dar xistina çalakiyên bi vî rengî, nivîskar û civakê bihev rast dide fêm kirin û rê xweş dike da ku ji hev zêdetir sûd werbigirin.

Jîr Jan Amedî got: “Di nav civakê de weka ku helbest tiştekî bilind be û civak nikaribe xwe bigihînê, yan jî tê biçûkkirin û weka ku hema tu hêstên xwe bi awayekî binî ziman tê zanîn lê herdû jî rast nîn in. Lê Kekem oku helbest dileyîze, hezkirina helbestê dike dile mirovan û beşdaran. Dibêje ku ‘helbest ne dûrî jiyanê ye, helbest ev e ku ez nîşanî we didim, ji we re dixwînim, we pê hêstewar dikim, we pê dikeninim, girîvedikim’ helbest ev e.”

Keremo di şeva dîwana helbestan de, ji helbestên xwe û şaîrên Kurd helbest di ber muzîk Kurdî re xwendin.