Supasalarê Pêşmerge: Em ê bersiva her êrîşeke PKKê bidin

Supasalarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êminkî ragihand, hêza Pêşmerge dê bersiva her êrîşeke PKKê bide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Supasalarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êminkî ragihand, hêza Pêşmerge dê bersiva her êrîşeke PKKê bide.

Supasalarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êminkî ji K24ê re ragihand, di heyama borî de çekdarên PKKê çendîn caran kiryarên teroristî li dijî Pêşmerge kirin û di encamê de hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.

Got jî: “Şehîdkirin û birîndarkirina Pêşmergeyên me, belge ye ku PKKê bi van êrîşan û kiryarên teroristî, destpêşxer bûne.”

Herwiha got: “PKK bûye sedema valabûna 300 gundên herêma Zaxo û heta devera Balekayetî û bûye sedema sereke ya hatina artêşa Tirkiyê nava xaka Herêma Kurdistanê.”

Ferîq Cemal Êminkî destnîşan kir, “PKKê ji sala 1992an û heta sala 1999an ve çendîn caran şer li dijî Pêşmerge kirine. Piştî sala 2003an jî li gelek caran xwastiye şer li dijî Pêşmerge bike, lê ji ber ku Serok Barzanî ku şerê birakujiyê heram kiriye, PKK sûda xirap ji vê biryarê werbigire û êrîşî Pêşmerge dike.”

Supasalarê Pêşmerge tekez kir jî, “Eger çekdarên PKK êrîşî ser Pêşmerge û sengerên Pêşmerge bikin, dê bersiva tund bibînin û ew bi xwe jî dibin berpirsê her pêşhatekê.”

Derbarê vekişandina hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji Iraqê, Ferîq Cemal Êminkî da zanîn, hêzên hevpeymanan vekişin, dê vala ewlehiyê dirust bibe û dê derfet çêbibe ku DAIŞ û grûpên teroristî careke din serê xwe hildin.