Mesrûr Barzanî: Mûçe bê lêbirîn tê dabeşkirin

Mûçe bê lêbirîn tê dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tîrmeha 2021ê di gotarekê de ragihand, ji vê mehê ve mûçe bê lêbirîn tê belavkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Erkê pêşîne yê hikûmetê, dabînkirina mûçeyan bûye. Eger Hikûmeta Federalî jî berdewam be bi cibicîkirina sozên xwe û şandina beşê budceyê ya di çarçoveya Yasaya Budceya Federalî de li ser rêkeftin hatiye kirin, Hikûmet Herêmê jî dê bi dabeşkirina mûçeyan di dema xwe de û bi temamî berdewan be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ewê di karîna me de bû ji bo dabînkirina mûçe me encam da, ji bo ku bikarin bi baştirîn şêwe îdareya rewşa Herêma Kurdistanê bikin. Bi budceya ku li ber destê me bû, her çend e kêm bû û me nikarî mûçe wek xwe bidin ku me pêştir soz dabû ku bi we re rastgo û şefaf bin, ewê li ber destê me be, pêşîne ji bo mûçeyên welatiya dibe.”

Got jî: “Karê destpêkê yê hikûmetê, dabînkirina budce û dabeşkirina mûçeyan e, lê erkê hikûmetê ne tenê dabeşkirina mûçeyan e, hikûmet berpirsa ji bo dabînkirina jiyan xizmetguzariyan wek av, elektirîk û cibicîkirina projeyên stratejîk in, mûçe jî beşek ji wan erkan e. Erkê hikûmetê ye ku xizmetguzariyan bigihînin hemû welatiyan ên mûçeyan werdigirin û wernagirin.”

Tekez kir jî, “Berfirehkirin û hemecurkirina jêderên dahatê, erkekî pêşîne yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û me hewl da bêyî ku ti qerzekê bikin, xelkê Kurdistanê di pêşerojê de baweriyê bo dahatên xwe bikin, di vê de jî heta radeyekê serkeftî bûn. Spasiya sektora taybet jî dikim kudi cibicîkirina projeyên hikûmetê dehevkar bûn. Em jî berdewam dibin ji bo pêşxistina vê pêwendiya tendirust ya di navbera hikûmet û sektora taybet de. Em bi hev re dikarin aboriyeke bihêz ji Kurdistanê dabîn bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Piştî demeke dûr û dirêj, Hikûmeta Federalî budceyek ji bo vê mehê şande Herêmê, ev jî ta radeyekê dikare valahiya ku mabû dagire.”

Got jî: “Biryara Encûmena Bilind a Aboriyê û Encûmena Wezîran jî ew e, em ê ji vê mehê ve mûçeyên xelkê Kurdistanê bêyî lêbirîn dabîn dikin û hêvîdar im Hikûmeta Federalî jî bi cibicîkirina sozên xwe berdewam be ji bo şandina budceyê, ji bo bikarin di mehên bê de jî bi vî awayî mûçeyê bê lêbirîn dabeş bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê zêdebûna amarên Koronayê li Herêma Kurdistanê de jî ragihand, “Belavbûna vê vîrûsê li ser hemû cîhanê û Herêma Kurdistanê jî metirsî ye, di vê demê de hejmara pêketiyan û canjidestanê zêde bûye, sedema wê jî ew e ku rênimayên Wezaretên Tendirustiyê wek xwe nayin cibicîkirin. Daxwazê ji hemû welatiyan dikim ku rênimayan cibicî bikin û xwe û malbatên xwe biparêzin. Daxwazê ji Wezareta Tendirustiyê jî dikim, bi awayekî bileztir vaksînan dabîb bikin, ji bo piraniya xelkê sûdê jê werbigirin.”