Koçberekî Efrînê di topbarana hêzên Tirkiyê de hat kuştin

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Til Rifet û derdora wê de, ciwanekî Efrînê hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Til Rifet û derdora wê de, ciwanekî Efrînê hat kuştin.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve bajarokê Til Rifetê û gundên derdora wê topbaran kirin û di encamê de koçberekî Efrînê yê bi navê Ebdulrehman Elî hat kuştin.

Ev di demekê de ye, duhî navenda bajarê Efrînê bi hejmarek mûşek hat armanckirin û di encamê de 8 kesên sivîl ku di nava wan jin û zarok hene birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê belav kir, şeva borî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve gundên Yaşlî, Um Edese, Um Celûd, Dendeniyê û Seyade dan ber topan.