Wezîrê Tendirustiyê rewşa Koronayê li Duhokê dişopîne

Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê li Duhokê û şopandina rewşê ji nêzîk ve, Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê gihîşt wî bajarî.
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê li Duhokê û şopandina rewşê ji nêzîk ve, Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê gihîşt wî bajarî.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand, “Bi armanca şopandina rewşa nexweşxaneyan û pêketiyên Koronayê, em bajarê Duhokê û ji nêzîk ve rewşê dişopînin.”

Dr. Saman Berzincî ji K24ê re got: “Her çend e hejmara pêketiyan li seranserî Herêma Kurdistanê zêde bûye, lê li Duhokê hejmara pêketiyan gelek e û pêwîstiya wê bi vekirina nexweşxaneyên din heye, ji bo pêketiyan werbigire.”

Derbarê egera ragihandina qedexeya çûnûhatinê de, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, ew plan û stratejiya xwe ya rûbirûbûna Koronayê pêşkêşî Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê. Biryara ragihandina qedexeyê jî, vedigere wê komîteyê.

Ev di demekê de ye duhî Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewîzî ji K24ê re ragihand, “Hejmara pêketiyên Koronayê bi awayekî leztir zêde dibe û eger rewş wiha berdewam bike, dibe ku di rojên bê de nikaribin pêketiyan di nexweşxaneyan de werbigirin.