Li Rojavayê Kurdistanê 29 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 29 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 29 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 29 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 3 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişlo, 13 kes li Dêrikê, 1 kes li Tebqayê û 1 kes li Minbicê ne.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn jî, 1 haleta başbûna ji vîrûsa Koronayê jî hatiye tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18642 kesan, ji wan 1891 kes baş bûne û 764 kesan jî canê xwe ji dest dane.