Hozan Canê ji aliyê Komeleya Jinên Kurd ve hat xelatkirin

Li bajarê Bochum ê Almanyayê çalakiyek ji bo hatina wê hat lidarxistin.
kurdistan24.net

Bochum (K24) - Piştî bêtirî 3 salan ji zindankirina wê, hozan Canê ku li Tirkiyê hatibû girtin, berî hefteyekê gihişt Almanyayê. Hozan Canê weke jineke Kurd bi tometa siyasî û kurdeyatiyê hatibû girtin. Duh li bajarê Bochum ê Almanyayê bi germî pêşwazî lê hate kirin û çalakiyek ji bo hatina wê hat lidarxistin.

Bi dilekî germ û dengekî bi êş dîsa li ser textê stranê sekinî. Hozan Canê çîroka zindanê ji mêvanan re vegot. Çîrokên girtin û êşkence û hebûna zarokên çend mehî di zindanê de bûn. Niha Canê di nava heval û hezkiriyên xwe de tê pêşwazîkirin û xelatkirin.

Hunermend Hozan Canê ji K24ê re diyar kir: “Ez gelek gelek dilxweş bûm, min li vir dît ku Canê jî, kesên ku di zindanê de ne jî, ne bi tenê ne. Rojek ew ê jî azad bibin, bi hewldanên me, bi hezkirina me, bi qeweta me û bi berxwedana me, em ê wan jinan jî bigihînin azadiyê. Îro kesên pêşwaziya min kirin, ez ji wan re zor zor spas dikim. Gelek xweş bû.”

Komeleya Ronahî û Hevgirtina Jinên Kurd ligel Dêra Engêlîşên ya Almanî ev pêşwazî li Canê kirin û rojbûna wê pîroz kirin.

Di hemû demên axaftinê de û gotina çîroka girtinê de, Canê kelegirî dibû û gelek bi zehmetî behsa wan bûyerên bi serê wê û jinên Kurd de tên, dikir.

Hunermend Canê diyar dike ku ew ê rojên zindanê jibîr neke û hemû hewlên xwe ji bo azadkirina zindaniyan bide.