Li Herêma Kurdistanê daxwaza karantînaya seranserî tê kirin

Amarên Koronayê roj bi roj zêde dibin, li çend bajarên Herêma Kurdistanê, rêveberiyên tendirustiyê daxwaza ragihandina qedexeya hatûçûnê û karantînayê dikin.

Hewlêr (K24) – Amarên Koronayê (Covid-19) roj bi roj zêde dibin, li çend bajarên Herêma Kurdistanê, rêveberiyên tendirustiyê daxwaza ragihandina qedexeya hatûçûnê û karantînayê dikin. Birîkarê Wezareta Tendirustiyê ragihand: “Me daxwaza karantînaya seranserî kir.”

Îro her yek ji rêveberiyên tendirustiyê yên bajarên Hewlêr û Germiyanê daxwaz kirin ku qedexeya seranserî ya hatûçûnê were ragihandin. Biryar e sibe Lijneya Bilind a Koronayê ji bo gotûbêjkirina mijara bilindbûna amarên pêketiyên Koronayê bicive.

Zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, piştî cejna Qurbanê û hatina bi deh hezaran geştyarên ji naverast û başûrê Iraqê rûda, ku di rojên cejnê de serdana cihên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê kiribûn.

Di vê çarçoveyê de, Birîkarê Wezareta Tendirustiyê Dr. Rihêl Fereydûn ragihand: “Me daxwaza karantînaya seranserî kir û sibe di civîna Lijneya Bilind a Koronayê de ev mijar dê were gotûbêjkirin.”

Dr. Rihêl Fereydûn eşkere kir: “Eger karantînaya seranserî neyê ragihandin, em ê daxwaza karantînaya sînordar bikin.”

Fereydûn ragihand: “Me daxwaz kiriye, ji bilî Wezareta Tendirustiyê, xebatên li fermanberên din ên li fermangehan werin kêmkirin, ango hejmareke kêm ji fermanberan, li fermangehan bin.”

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku rewş dijwar bûye û divê rêkarên tund werin cîbicîkirin.