Apê Emîn Îsa: Em dixwazin rastiya kuştina biraziyê min derkeve holê

Apê Emîn Îsa û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Beşar Emîn diyar kir: “Em dixwazin li xwe mikur werin ku ew (Emîn Îsa) di îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye."
Apê Emîn Îsa Elî û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Beşar Emîn
Apê Emîn Îsa Elî û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Beşar Emîn

Hewlêr (K24) - Apê Emîn Îsa û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Beşar Emîn diyar kir: “Em dixwazin li xwe mikur werin ku ew (Emîn Îsa) di îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye û derkeve holê ku kî sebebê vê ye û ew cezayê xwe bibîne.”

Beşar Emîn ji Kurdistan24ê re ragihand: “Pêşî wan daxuyaniyek derxist û eşkere kir ku (Emîn Îsa) bi mirineke sirûştî miriye, celteya mejiyê lê bûye, wî wextî me termê wî wergirt û me lê nihêrî, di dema şûştinê de 14 – 15 kes amade bûn, tev şahid in li ser vê meseleyê, me car din jî xwest ku gora wî vekin û lêkolîn bikin.”

Emîn destnîşan kir: “Dema gotin Birêz Mezlûm serpirştiya lêkolînê dike, me got Birêz Mezlûm vê mijarê dişopîne.”

Herwiha diyar kir: “Me îro daxuyaniyek derxist û me got doza me vekirî ye, em ê li dû bin, em car din bangewaziyê dikin, em ji xeynî heqîqetê tiştekî din naxwazin, em dixwazin li xwe mikur werin ku ew di îşkenceyê de çûye û derkeve holê ku kî sebebê vê ye û ev tişt kiriye û ew cezayê xwe bibîne.”

Beşar Emîn destnîşan kir ku ew mijara kuştina Emîn Îsa dişopînin û ji bo ku rastiya bûyerê derkeve holê, bi rêya medyayê xebata xwe didomînin û got: “Pirsa me bûye pirsa raya giştî, nema pirsa me tenê ye.”

Kuştina Emîn Îsa Elî li ser astê navxwe û navdewletî rastî karvedaneke mezin hatibû û gelek kes û aliyan, ji nava wan jî PDK-S, ENKS, Dijeterora Herêma Kurdistanê, Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ev tawan şermezar kirin û daxwaza aşkerekirina hûrgiliyên kuştina wî kirin.