Li Necefê depoya çek û teqemeniyan a Heşda Şeibî teqiya

Îro li parêzgeha Necefê ya başûrê Iraqê li depoyeke çek û teqemeniyên Firqeya Îmam Elî ya ser bi Heşda Şeibî teqîneke mezin çêbû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li parêzgeha Necefê ya başûrê Iraqê li depoyeke çek û teqemeniyên Firqeya Îmam Elî ya ser bi Heşda Şeibî teqîneke mezin çêbû.

Li gor medyaya Iraqê, çend çavkaniyên ji Firqeya Îmam Elî ku nexwestine navên wan were eşkerekirin, ragihandine ku teqîn ji ber êrîşeke bi dronan pêk hatiye, lê hinek çavkaniyên din jî diyar dikin ku teqîn ji ber xirab depokirina çek û teqemeniyan çêbûye.

Firqeya Îmam Elî li ser vê mijarê di daxuyaniyeke xwe de ragihand: “Piştî şewata depoya me ya çek û teqemeniyan li serbazgeha Dîwek, me biryar daye lijneyeke taybet ji operasyonên Furatê ya naverast a Heşda Şeibî pêk bînin ji bo lêkolînkirina sedema teqîna ku depoyê, ku 20 kîlometre li rojavayê navenda Necefê ye.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Sê mucahidên me ji ber teqînê birîndar bûne û ji bo tedawiyê bo nexweşxaneyê hatine rakirin.”