Kazimî: Em dixwazin Iraq û Amerîka ji hev nêzîk bibin

Serokwezîrê Iraqê: Niha pêwendiyên Iraq û Amerîka ji her demekê bihêztir in û çavê me li bihêztirkirin û berfirehkirina wan pêwendiyan e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tekez dike, niha pêwendiyên Iraq û Amerîka ji her demekê bihêztir in û çavê wan li bihêztirkirin û berfirehkirina wan pêwendiyan e.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna ligel Serokê Amerîka Joe Biden li Koşka Sipî de got: “Gelê Amerîka qurbanî ji bo pêkanîna Iraqeke azad û demokrat dane û çavê me li wê yekê ye ku Amerîka û Iraqê zêdetir ji hevdu nêzîk bibin.”

Kazimî got jî: “Hevbeşiyeke me ya stratejî heye, dilxweş im ku li Washingtonê me ji bo guftûgoyan derbarê pêşeroja pêwendiyên me bikin û çawa bikarin wan pêwendiyan baştir bikin.”

Destnîşan kir jî, “Amerîka hevkariya Iraqê kiriye. Bêguman me bi hev re şerê DAIŞê kir û me ew şikand. Dixwazim careke din bi navê gelê Iraqê spasiya Amerîka û gelê wê bikim, ji ber ku qurbanî ji bo pêkanîna Iraqeke azad û demokrat dane.”

Serokwezîrê Iraqê tekez kir jî: “Îro pêwendiyên me ji her demekê bihêztir in. Em hevbeşiya xwe berfirehtir dikin, ta di warê aborî, jîngeh, tendirustî, perwerde, kultur û gelek warên din de jî bêne kirin. Çavê me li wê ye ku di guftûgoyan de em bi hev re welatên xwe ji hev nêzîk bikin, bi awayekî ku di berjewendiya Iraq û Amerîka de be.”