Yekemîn Festîvala Navnetewî ya Filmên Kurdî ya Mosko bi serkeftî bidawî bû

Piştî pênc rojan ji kar û çalakiyan, Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskoyê bi serkeftî karên xwe bi dawî kirin.

Mosko (K24) – Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskoyê bi hevkariya Kurdistan24ê di roja 21ê Tîrmehê li dar ket û piştî kar û çalakiyên pênc rojan û pêşandina 35 fîlmên dirêj û kurt bi dawî bû. Sînemagerên Kurd û beşdarên festîvalê jî bi girîngî behsa festîvalê dikin.

Piştî pênc rojan ji kar û çalakiyan, Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskoyê bi serkeftî karên xwe bi dawî kirin. Di vê festîvalê de 15 fîlmên dirêj û 20 fîlmên kurt hatin pêşandan.

Rêvebera Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskoyê Gulîzar Gerdenzerî ji K24ê re got: “Festîvala me ji ber belavbûna vîrûsa Korona û ji ber ku hemû derhêner û lîstikvanên fîlman nikarîbûn bên, bi gelekî zehmetî derbas bû. Lê em gelekî ji karê Kurdistan24ê razî ne ku gelek zehmetî kişandin. Herwiha em gelekî kêfxweş û serbilind in ku gelek temaşevan Kurd û biyanî ji Mosko û bajarên din hatin.”

Di roja dawiyê ya festîvalê de, 11 berhem hatin pêşandan, kurtefîlma Dûrî jî yek ji wan berheman bû. Derhênera wî fîlmî Leyla Toprak jî ji bo beşdarî festîvalê bibe, ji Almanyayê hat Moskoyê.

Derhêner Leyla Toprak ji K24ê re got: “Ez bi kurtefîlmekî dekomentarî beşdarî festîvalê bûm. Di film de behsa zehmetiyên jinan di civakê de tê kirin. Vî fîlmî beşdarî di zêdetir ji 50 festîvalê de li seranserî cîhanê kiriye û heta niha 8 xelak jî wergirtine. Bi min xweş e li vir spasiya malbata Gerdenzerî bikim ji ber birêkxistina Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskoyê. Ev bûyerek e girîng e û ji bo min cihê şanaziyê ye ku tê de beşdar bûm.”

Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskoyê bû cihê balkêşiya biyaniyan jî, pişîtî temaşekirina li hin fîlman, Rojnamevanekî Rûsî û xwendekarekî Çînî bi girîngî behsa festîvalê kirin.

Xwendekarê Çînê got: “Ez ji Çînê me û xwendekarê Master me. Teza min li ser mafê çarenivîsî yê gelê Kurd li Iraq û Sûriyê ji piştî êrîşên DAIŞê ye. Nêzîkî salekê ye min li ser vê festîvalê bihîstiye û niha hatime lê temaşe bikim. Min ti navçeyeke Kurdî nedîtiye, lê dema min hin fîlman dîtin, bi taybet fîlmê Xaniyê Bê ban, hinekî zanyarî li ser navçeyê li cem min çêbû û ji nêzîk ve agahdarî şert û mercên gelê Kurd di dema êrîşa DAIŞê de bûm. Ez ji bakurê Asyayê me, bi riya fîlman, bextê me ya baş heye ku li ser rewşa Kurdan bizanin.”

Rojnamevanê Rûsî Valêrî Gîmliyanov jî got: “Evê rû dide, tiştekî nû ye. Sînemaya Kurdî cihê di nava rêza sînemaya cîhanê de digire. Me gelek caran behsa operaya Îtalî yan semaya palê ya Rûsî kiriye, lê niha dikarin behsa sînemaya Kurdî bikin. Divê ev diyarde li ber xwe bide û berfireh bibe, bi awayekî ku sînemakarên Kurd beşdariyê di çalakiyên din de jî bikin. Hevdem jî girîng e ev festival çînên cuda jî li xwe bigire, çi li ser astê hikûmî û çi di warên bazirganî, hunerî û warên din de.”

Dîrokeke dirêj a Rûsya û sînemayê bi hev re hene, vê carê jî li ser destê du xanimên Kurd û bi piştevaniya malbatên wan û hevkariya medyayî ya Kurdistan24ê, Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskoyê li dar ket.