Leşkerekî Tirkiyê li Xakurkê hat kuştin

Leşkerê Tirk di encama pevçûneke ligel PKKê de hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, leşkerekî wan duhê êvarî li navçeya Operasyona Pençe (Çeng) de hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, ew leşkerê wan di encama pevçûneke ligel PKKê de hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê navê leşkerê hatiye kuştin aşkere kir ku Halîl Çelebî ye û ji parêzgeha Kirikkaleyê.