Biryarên nû yên Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî bidawîbûna civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ragihand, rewşa Herêma Kurdistanê ber bi metirsiyê ve diçe.
Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê îro li ser rewşa zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê civiya. Piştî bidawîbûna civînê jî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarên nû di konferanseke rojnamevanî de ragihandin.
Li gor biryarên nû:
- Divê karmendên cihên olî, bazar, mol, xwaringeh û kafêtêryan vaksînê werbigirin yan testa Koronayê ya 72 demjimêran kiribin.
- Divê hemû karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vaksînê werbigirin û bi mask dewam bikin.
- Rê nayê dayîn bi ti awayekî geştiyar bê wergirtina vaksînê yan testa 48 demjimêran derbasî Herêma Kurdistanê bibe.
- Her kompanyayeke geştiyariyê testên sexte pê bin, ew kompanya dikeve lîste reş û rê nayê dan ku derbasî Herêma Kurdistanê bibe.
- Danîna maskan li dezgehên hikûmî û cihên giştî û geştiyariyê ji bo kesên ku vaksîn wergirtine jî tê sepandin.
- Hemû civîn û konferans û çûna ser goran tê qedexekirin.
- Melevangeh û cihên werzişê bi mercê cibicîkirina rênimayên tendirustiyê, vekirî dimînin.
- Holên sînema û holên boneyan yên di nava hotelan de tên girtin.
- Danîna konên şîn û teziyan tên qedexekirin.
- Cihên olî bi cibicîkirina rêkarên tendirustiyê vekirî dimînin.
Ev rêkar ji bo heyama hefteyekê tên cibicîkirin û Komîteya Bilind roja 3/8/2021ê careke din dicive û nirxandineke din ji rewşê re dike.