Li Almanyayê teqîn: Birîndar hene

Teqîneke bihêz li kopmanyayeke kîmyawî li Almanyayê pêk hat û 2 kes bi giranî birîndar bûne 5 kes ji winda ne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Teqîneke bihêz li kopmanyayeke kîmyawî li Almanyayê pêk hat û 2 kes bi giranî birîndar bûne 5 kes ji winda ne.

Îro roja sêşemê 27ê Tîrmeha 2021ê li kompanyaya kîmyayî ya Bayerê li bajarê Leverkuzenê teqînek pêk hat.

Ji ber wê teqînê dûkeleke mezin bi ser asmanê bajêr de bilind bûye û berpirsan daxwaz ji xelkê kiriye di malên xwe de bimînin û ji malên xwe dernekevin. Herwiha derî û pencereyên malên xwe bigirin.

Herwiha heta niha sedema wê teqînê nayê zanîn û ligor zanyariyên destpêkê 2 kes bi giranî birîndar bûne û 5 kes jî winda ne.