Li Bane kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di êrişa pasdarên Îranê de kolberek hat kuştin û komek kolber jî birîndar bûn.
Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di êrişa pasdarên Îranê de kolberek hat kuştin û komek kolber jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya Malpera Mafên Mirovan a Hengaw duh danê êvarê pasdarên Îranê li zozana sînorî ya Hengejale ya bajarokê Bane komek kolber dan ber guleyan.

Hat ragihandin ku di wê êrişê de kolberekî Kurd bi navê Ferûdîn Salihî hat kuştin û çend kolber jî birîndar bûn.