Hewramana Rojhilat kete nav lîsteya UNESCOyê

Rûyê kulturî yê devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê UNESCO ve hat tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Rûyê kulturî yê devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê UNESCO ve hat tomarkirin.

Berpirsê Navenda Kulturî ya Devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê Pûya Talibniya ji medyaya Îranê re gotiye, dîmen û rûyê kulturî yê devera Hewraman di çil û çaremîn civîna UNESCO de hat pesendkirin û tomarkirin.

Pûya Talibniya diyar kiriye ku ewê hewl bidin rûyê din yê Hewraman jî, ku pêwendiyên navbera mirov û jîngehê de ye, bi UNESCO bidin tomarkirin, ji ber ku pêwendiyeke gelekî bihêz û germ di navbera mirov û jîngeha Hewraman de heye.

Talibniya eşkere kiriye ku rûbera ku ji aliyê UNESCO ve hatiye tomarkirin, 106 hezar û 307 hektar e.

Devera Hewraman girêdayî bajarokê Serwava li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Hewraman hevsînor e bi devera Hewramana Başûrê Kurdistanê re.