Baroya Diyarbekirê giliyê Yenî Şafakê kir

Diyarbekir (K24) - Baroya Diyarbekirê ragihand ku derbarê Rojnameya Yenî Şafak de li Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir banga tawanê hatiye kirin. Sedem jî ew e ku dema 15 baroyan li dijî êrîşa nijadperest a li Konyayê daxuyanî dabûn, Rojnameya Yenî Şafakê ew 15 baro wek hedef dabû nîşandan.
Baroya Diyarbekir bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re da zanîn ku ji aliyê Baroya Diyarbekir ve derbarê Rojnameya Yenî Şafakê de li Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir banga tawanê hatiye kirin.
Baroyê destnîşan kir ku piştî êrîşa nijadperest a li Konyayê hember Kurdan rû dayî û welatiyek ê Kurd jiyana xwe ji dest dayî 15 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar ew êrîş şermezar kiribûn û piştî daxuyaniya hevpar jî Rojnameya Yenî Şafakê ew 15 baro wekî ku girêdayî Qendîlê bin nîşan da û ji aliyê rojnameyê ve baro wek hedef hatin nîşandan.
Li ser vê yekê jî Baroya Diyarbekirê bal kişand ku helwest û nûçeya Rojnameya Yenî Şafakê tawan e û bo vê yekê jî derbarê Rojnameya Yenî Şafakê de banga tawanê hatiye kirin.
