Biryara Joe Biden a guhartina erkê hêzên Amerîka li Iraqê, hêzên Iraqî kirin du bere

Heta niha ti helwestên zelal ji aliyê mîlîşayên Iraqê yên ser bi Îranê ve dernektine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryara Serokê Amerîka ya guhartina erkên hêzên welatê xwe li Iraqê, serkirdatî û beşek ji aliyên siyasî yên Iraqî dilxweş kirin. Lê heta niha ti helwestên zelal ji aliyê mîlîşayên Iraqê yên ser bi Îranê ve dernektine.

Serokê Amerîka Joe Biden di dema pêşwazîkirina li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Koşka Sipî ragihand, Amerîka erkê şer ê hêzên welatê xwe li Iraqê bi dawiya îsal re bi dawî dike û got: “Pêwendiyên Amerîka û Iraqê derbasî qonaxeke nû dibin.”

Vê nûçeyê, beşek ji kesayetî û hêzên Iraqî dilxweş kirin. Serokê Iraqê Berhem Salih di twittekê de tekez kir, rêkeftina vekişîna hêzên Amerîkî yên şerker, geveke girîng e û diyar kir, encamên diyaloga stratejîk a di navbera Iraq û Amerîka de, aramî û serweriya Iraqê cibicî dike.

Serokê Encûmena Nûnaran a Iraqê Mihemed Helbûsî dît ku encamên gera çarem a diyaloga stratejîk, serkeftineke siyasî û dîplomasî bi xwe re anî. Helbûsî li Twittera xwe nivîsî got: “Pîrozbahiyê li Serokwezîr dikin û tîma wî dikin ku ev serkeftin pêk anîne.”

Ji aliyê xwe ve, Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir di twittekê de ragihand, spasiya Kazimî dikin ku ev rêkeftin berceste kir. Divê karê leşkerî yê “bereya berxwedana” li dijî hêzên Amerîkî were rawestandin, piştî ku mercên vekişîna ji Iraqê cibicî bûn.

Hevpeymaniya Fetih a Şîeyan a ji Îranê ve nêzîk jî ji aliyê xwe ve pêşwazî li vê rêkeftinê kir û got, “Derketina hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê bi dawiya sale re, gaveke erênî ye ji bo cibicîkirina serweriya Iraqê ya temam.

Herwiha Serokê Tevgera Hîkme, Emar El-Hekîm, vekişîna hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê bi serkeftineke dîplomasî bi nav kir û got, ev yek ji encama yekrêziya helwesta hêzên Iraqê ye.

Hebûna hêzên Amerîka li Iraqê ji sala 2003an ve dest pê dike ku wê demê nêzîkî 140 hezar leşkerên Amerîkî ketin Iraqê û şerê rêjîma berê yê Iraqê kir û rûxand.

Sala 2011an û li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Nûrî Malîkî, Serokê Amerîka yê berê Barack Obama hêzên welatê xwe ji Iraqê vekişandin.

Sala 2014an û bi derketina DAIŞê re, Iraqê careke din daxwaza hevkariyê ji Amerîka kir û nêzîkî 6 hezar leşkerên Amerîkî derbasî Iraqê bûn.

Sala 2017an û piştî têkşikandina DAIŞê, careke din derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê bû rojeva beşek ji aliyên siyasî yên Iraqê.

Parlemantoya Iraqê jî di destpêka sala 2020an de bê amadebûna Kurdan û beşek ji aliyên Sune, biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê pesend kiribû.

Niha nêzîkî 2500 leşkerên Amerîkî li Iraqê ne û rola wan bi dawiya îsal re ji şerkirinê bo şêwirmendî û rahênankirinê tê guhartin.