Kerkûk.. Malbata werzişvanekî Kurd rastî êrîşeke çekdarî hat

Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser malbata werzişvanê Kurd Mihemed Şemsedîn kirin û di encamê de jin û zarokeke wî birîndar bûn.
Werzişvanê Kurd Mihemed Şemsedîn
Werzişvanê Kurd Mihemed Şemsedîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser malbata werzişvanê Kurd Mihemed Şemsedîn kirin û di encamê de jin û zarokeke wî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan jî, çekdarên DAIŞê li navçeya El-Feyleq a Kerkûkê teqe li malbata werzişvanê Kurd ê rakirina giraniyan Mihemed Şemsedîn kirin û di encamê de jin û zarokeke wî birîndar bûn.

Mihemed Şemsedîn ji medyaya Iraqê re ragihand, piştî êrîşê jin û zaroka wî bo nexweşxaneyê hatin rakirin, bêyî ku zanyariyan li ser rewşa wan bide.

Mihemed Şemsedîn werzişvanekî Kurd ê rakirina giraniyan e û ji sala 2005an ve 28 xelatên li ser asta Iraqê wergirtine. Hevjîna wî Mîdya Teyib jî werzişvaneke Kurd ê rakirina giraniyan e.