Li Kerkûkê dest bi operasyonekê li dijî DAIŞê hat kirin

Hêzên Iraqî li Kerkûkê dest bi operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê kir û operasyon 10 rojan dirêj dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Iraqî li Kerkûkê dest bi operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê kir û operasyon 10 rojan dirêj dike.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, hêzên Iraqî îro danê dest bi operasyoneke hevbeş li dijî çekdarên DAIŞê li Kerkûkê kir û operasyon 10 rojan dirêj dike.

Diyar kir jî, Operasyon li navçeyên sînorê her sê parêzgehan Kerkûk, Diyala û Selahedîn ku tevgera çekdarên DAIŞê lê heye birêve diçe.

Leşkerekî Iraqê ku di operasyonê de beşdar e ji K24ê re got: “Gelek şaneyên DAIŞê li wan nevçeyan hene.”

Peyamnêrê me destnîşan kir jî, her car operasyon li wan navçeyan tên kirin û al û paşmayên DAIŞê tên dîtin.

Got jî: Heta niha ti çekdarekî DAIŞê ne hatiye desteserkirin, tenê du gumanlêkiriyên DAIŞê hatine desteserkirin û lêpirsîn bi wan re tên kirin.