2 leşkerên Tirkiyê li Xakurkê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Xakurkê du leşkerên Artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin, serbazekî birîndar bû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriya Tirkiyê, li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê li devera Xakurkê, di navbera leşkerên Tirkiyê û çekdarên PKKê de şer derketiye.

Di encamê de, du leşkerên Artêşa Tirkiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Wezareta Bergiriya Tirkiyê da xuyakirin, Endamekî PKKê jî di şer de hatiye kuştin.