Li Stenbolê 709 koçberên Efxanî û Pakistanî hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi operasyonên hevbeş, li Stenbolê zêdetir ji 700 koçberên neyasayî yên Efxanî û Pakistanî hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê, li 11 navçeyên Stenbolê dijî koçberên neyasayî operasyon encam dan. Di operasyonên çend rojan de, 709 koçberên ku neyasayî derbasî Tirkiyê bûne, hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, piraniya koçberên hatine binçavkirin, welatiyên Efxanistan û Pakistanê ne.

Di demên dawî de, hatina koçberên Efxanî bo Tirkiyê di rojevê de mijareke germ e. Partî û aliyên dijbere rexneyên tund li desthilatê digirin ku piştî penaberên Sûrî, hejmara koçberên Efxanî jî milyon kes derbas kiriye.