Fuad Husên: Pêwendiyên Iraq û Amerîka firehtir dibin

Wezîrê Derve yê Iraqê radigihîne, pêwendiyên Iraq û Amerîka girîng in û firehtir dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê radigihîne, pêwendiyên Iraq û Amerîka girîng in û asta pêwendiyan di navbera her du welatan de firehtir dibin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Washingtonê ji K24ê re ragihand, pêwendiyên Iraq û Amerîka ji her du welatan girîng in û asta pêwendiyan di navbera wan de di warên din de jî firehtir dibin.

Li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, Fuad Husên got: “Amerîkî girîngiyeke mezin didin pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji ber ku dizanin bihêzbûna wan pêwendiyan, dibe sedema bihêzbûna Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan.

Derbarê liv û tevgera DAIŞê li Iraqê de jî, Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, “Rast e tevgera DAIŞê li derdora Kerkûk û Mûsilê heye, lê divê hevkarî û hevahengî di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li hev kirine ku çend baregehên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ava bikin.”