Parêzgarê Duhokê: Girêdana maskan ji bo her kesekî neçarî ye

Parêzgarê Duhokê: Eger welatî xwe neparêzin û hejmara pêketiyan zêdetir bibe, dibe ku nexweşxane nikaribin hemû pêketiyan werbigirin
Parêzgarê Duhokê Elî Teter
Parêzgarê Duhokê Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê ragihand, bikaranîna maskan ji bo her kesekî neçarî ye, eger welatî pabendî rêkaran nebin, karîna sazî û dezgehên tendirustiyê bo parastina welatiyan kêm be.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di konferanseke rojnamevanî de ragihand, danîna maskan ji bo kesên veksîn wergirtine û yên wernegirtine neçarî ye. Her kesê pabend nebe jî, dê were cezakirin.

Got jî: Eger welatî xwe neparêzin û hejmara pêketiyan zêdetir bibe, dibe ku nexweşxane nikaribin hemû pêketiyan werbigirin, ji ber wê divê her kesek xwe biparêzin.

Elî Teter got: “Iraq giheştiye xeta sor û herêma Kurdistanê jî ber bi wê xeta metirsîdar ve diçe û karesatekî mezin li hember me ye. eger em pêbend nebin dê karesatekî mezin li ser de bê.”