Antony Blinken: Amerîka nîgeran e

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; derbarê geşedanên serbazî yên li Efxanistanê de Amerîka nîgeran e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; derbarê geşedanên serbazî yên li Efxanistanê de Amerîka nîgeran e.

Antony Blinken diyar kir; tundiya ku çekdarên Talîbanê peyrew dikin, cihê nîgeraniyê ye û nîşaneyeke zelal e ji bo dîtina siberoja Efxanistanê.

Blinken destnîşan kir ku li herêma Rojhilata Navîn, yekane rêya aştiyê diyalog e û li ser hemû aliyan pêwîst e ku vê pêngavê bişopînin.