Hemo: Hebûna Amerîkayê li Sûriyê ji bo Kurdan pêwîst e

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilbasit Hemo li ser hebûn û siyaseta Amerîkayê li Sûriyê diyar kir ku roleke xurt a Amerîkayê heye ji bo çareseriya krîza Sûriyê.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilbasit Hemo
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilbasit Hemo

Hewlêr (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilbasit Hemo li ser hebûn û siyaseta Amerîkayê li Sûriyê diyar kir ku roleke xurt a Amerîkayê heye ji bo çareseriya krîza Sûriyê û bi taybetî ji bo Kurdan jî garantoreke baş e.

Ebdulbasit Hemo ji bajarê Dortmund ê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser hebûna Amerîkayê li Sûriyê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser girîngiya hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê, Ebdulbasit Hemo diyar kir: “Amerîka aktorê herî mezin e li Rojhilata Navîn û li hemû dinyayê, bêguman pêwîst e ku li Sûriyê berdewam bibe, roleke xurt a Amerîkayê heye ji bo çareseriya Sûriyê û bi taybetî ji bo me Kurdan jî bêguman garantoreke baş e.”

Ebdulbasit Hemo destnîşan kir: “Bêguman mana Amerîkayê bi awayekî leşkerî bi 900 kesan, cihê şanaziyê ye, lê hinek caran jî di warên din de negeşbîniyek heye, ji ber ku heta niha siyaseta Amerîkayê li herêmê, ne zelal e.”

Endamê Polîtburoya PDK-Sê diyar dike: “Hebûna Amerîkayê tiştekî pêwîst e û eger Amerîka vekişe, bêguman Sûriye ber bi zehmetiyan biçe, bi taybetî em weke Kurd jî, bakurê Sûriyê dê bêhtir xirab bibe, gelek baş e ku Amerîka bimîne û em hez dikin ku Amerîka li herêmê bimîne.”

Ebdulbasit Hemo destnîşan kir ku dema Amerîka û hêzên navdewletî li herêmê hebin, ji bo Kurdan garantiyeke baş e û got: “Lê belê tevî vê yekê jî, Amerîka li gelek ciyan ne li gor berjewendiyên Kurdan tevgeriyaye, bi taybetî di referandumê de û heta niha jî ev rêkeftina di navbera Kurdan de gavên pratîk ên xurt nehatine avêtin, bi taybetî jî ew xwesteka me ya Pêşmergeyên Roj tevlî herêma xwe bibin û karibin rola xwe bibînin, heta niha fişareke mezin li ser aliyê din nekiriye.”