Li Tirkiyê 22 hezar û 291 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 76 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 28ê Tîrmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 22 hezar û 291 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 4 hezar û 197 kes baş bûne.