Helîkoptereke artêşa Iraqê li Xurmatûyê kete xwarê

Helîkoptereke artêşa Iraqê kete xwarê û 5 endamên tîma helîkopterê jî canê xwe ji dest dan.
Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Derengê şeva borî helîkoptereke artêşa Iraqê li nêzîkî bajarokê Xurmatû yê li başûrê Kerkûkê kete xwarê û endamên tîma firokvaniyê jî canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê li ser zarê berpirsekî ji Heşda Şeibî da zanîn, helicoptera artêşa Iraqê li nêzîk gundê Çaredaxelî ketiye xwarê û sedema ketinê heta niha nayê zanîn.

Wî berpirsê Heşda Şeibî got jî: “Piştî bûyerê hêzên me gihîştin cihê bûyerê û her 5 endamên tîma helîkopterê ku 2 ji wan bi pileyên Eqîd û Raîd bûn canê xwe ji dest dan.”

Çekdarên DAIŞê li başûrê Xurmatûyê çalak in û bi berdewamî jî êrîşî ser hêzên Iraqî dikin, lê nayê zanîn ev helîkopter ji aliyê DAIŞê ve hatibe xistin yan sedemeke din ji ketinê re heye.

Endamên tîma helîkopterê