Serokê Herêma Kurdistanê li gel Metran Asadoryan civiya

Di civînê de rewşa tayife û mezheba Ermen û Mesîhiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Serokê Tayifeya Ermenî Ortodoks li Iraqê û Emîndarê Giştî yê Encûmena Serokên Tayifeyên Mesîhiyan li Iraqê Metran Dr. Avak Asadoryan kir.

Di civînê de rewşa tayife û mezheba Ermen û Mesîhiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya beşdarî û hevbeşiya tevahiya pêkhatên Iraqê di kayeyên birêvebirinê û proseya siyasî ya welat de, rewşa dêr û kilîseyan û parastina taybetmendî û mafên wan, metirsiyên DAIŞê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, hatin guftûgo kirin.

Di civînê de birêz Metran Asadoryan behsa rewşa jiyana Ermenên Kurdistanê û bi serdankirina wan kir ku mezintirîn hejmara wan li Zaxo ye. Her wiha ronahî xiste li ser rewşa emnî ku bûye sedema koçkirina Ermenên Iraqê li derveyê welat û pesnê hevdû qebûlkirin, pêkvejiyan, tebayî û lêborîniya li Herêma Kurdistanê kir û her du alî tekez li ser kûrkirina wê kultûrê kirin.