Li Enqerê malbateke Kurd rastî êrîşeke nijadperestan hat
Enqere (K24) – Li Tirkiyê êrîşên nîjadperest yên li dijî Kurdan bidawî nabin. Li Enqera paytexta Tirkiyê navçeya Elmadagê taxa Îsmetpaşa Malbateke Kurd ya ku eslê xwe navçeya Gevara ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ne piştî heqareta û gezan rastî êrîşê tên û bi darê zorê li taxa kul ê dima hate derxistin.
Malbata kurd ya ku tenê Dayîk û 5 zarok li malekê de dijîn û debara xwe bi paqijkirina malan dikin, duh bi şev ji aliyê ciranên wan ve bi gotinên “Kurdên pîs û terorîst” rastî êrîşa devkî û gefan hatine û piştre jî rastî êrîşa nîjadpereStî ya fîzîk hatine.
Piştî êrîşê malbata Kurd, bi darê zorê ew ji taxa ku lê dima hatine derxistin. Malbata Kurd ku ji ber ewlehiya canê xwe nexast derkeve ser ekranan da zanîn ku ev çend hefte ne bê devkî gef li wan hatiye xwarin û bi rojan îmza dihatin komkirin ku ew ji taxê bên derxistin.
Di 20ê tîrmehê jî disa li navçeya altindaga Enqerê êrîşê malbateke Kurd hatibû kirin û du bi giraî 4 Kurd hatibûn birîndarkirin.