Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 29.07.2021ê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Alî Riza Guney kir.
Di wê civînê de dawî pêşhatên siyasî yên Iraq û herêmê, hilbijartinên bê yên Iraqê û metirsiyên terorê hatin gotêbûjkirin.
Herwiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî mijareke din a civînê bû.