Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29.07.2021ê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Alî Riza Guney kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Tirkiyê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re.
Balyozê Tirkiyê daxwaz û amadehiya temam a welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan di hemû waran de, bi taybetî geşepêdana guhartina bazirganî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da.