Li başûrê Iraqê milîsan hêzên Hevpeymanan kirin armanc
Hewlêr (K24) – Komeke ser bi milîsên Iraqê ya bi navê Qasim El Cebarîn, çar karwanên serbazî yên ser bi hêzên Hevpeymanan, li başûrê Iraqê kirin armanc.
Koma Qasim El Cebarîn ragihand; karê karwanên serbazî yên Hevpeymanan, veguhestina alavên şer ên artêşa Amerîkayê ye, loma hatiye armanckirin.
Berbanga îro pêncşemê jî, milîsên Iraqê yên ser bi Îranê, Devera Kesk a li Bexdayê kirin armanc.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihand; vê sibê du mûşek li derdora Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê ketin xwarê û di êrîşê de zirar gihiştiye hejmarek otomobîl û xaniyên deverê.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir ku artêşa Iraqê li ser wan êrîşan dest bi lêkolînê kiriye.