Pispor: Li Tirkiyê gotinên nîjadperestî dibe sedema êrîşên ser penaberan

Li Tirkiyeyê axaftina şaredarekî ya li dijî penaberan di rojeva vî welatî de bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê axaftina şaredarekî ya li dijî penaberan di rojeva vî welatî de bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin. Şaredarê Bajarê Boluyê ragihand li bajêr ji kesên biyanî yanî yên ne hemwelatiyên Tirkiyê ne 10 qat zêdetir heqê av û bacê dê bistînin da ku ji bajêr derkevin. Bi nêrîna pisporan gotinên şaredarê Tirk dibe sedema zêdebûna êrîşên ser penaberan. Hiqûqnas jî amaje dikin biryar li dijî qaîdeya wekhevî ya destûrê ye loma ji aliyê hiqûqê ve ne pêkan e ku were bicîhanîn.

Şaredarê bajarê Boluyê Tanju Ozcan ê CHPyî amaje kir li bajêr ji kesên ne hemwelatiyên Tirkiyê ne 10 qat zêdetir heqê av û bacê dê bistînin. Şaredarê Tirk ragihand bi mebesta ku penaber ji vî bajarî derkevin herin biryareke bi vî awayî dane.

Hefteya bê li encumena meclîsa şaredariyê li ser vê biryarê dê dengdayîn were kirin. Li meclîsê endamên piranî ji CHP û şirîka wan ÎYÎ Partî pêk tên.

Li gor Gulseren Yolerî ya Hiqûqnas û Seroka Komeleya Mafên Mirovan a şaxa Stenbolê, biryar ne li gor hiqûqê ye û qaîdeya wekhevî tê binpêkirin.

Gulseren Yolerî ji K24ê re diyar kir: “Qaîdeya wekhevî di destûra Tirkiyê de wek qaîdeyeke girîng cîh digire. Her kesên li vî welatî dijîn ji kîjan miletê bibe ferq nake kes nikare cudakarî û neheqî li kesek bike. Ev qaîde ji bo hemû kesan e. Loma biryara şaredarê Boluyê ji aliyê hiqûqê ve ne mimkun e ku were bicîhanîn.”

Li gor amarên fermî yên sala borî li Boluyê nêzî 11 hezar hemwelatiyên biyanî dijîn. Piraniya wan ji Sûriyê, Iraq û Efxanîstanê ne. Serjimêra giştî ya bajêr jî 311 hezar e.

Bi nêrîna rojnamevan Îhsan Kaçar axaftinên şaredarê Boluyê nîşaneya dijminatiya penaberan e û gotinên nîjadperestî metirsiya li ser jiyana penaberan jî zêdetir dike.

Îhsan Kaçar diyar kir: “Di nav CHP û ÎYÎ Partiyê de meseleya penaberan bêguman hatiye axaftin û projeya xwe ya li ser penaberan hêdî hêdî nîşan didin. Niha şaredarekî CHPyî fîkra xwe li ser penaberan got ka kî çi dibêje li vê dinêrin. Lê helwest û gotinên nîjadperestî tesîr li xelkê jî dike û dibe sedema êrîşên li ser penaberên li vî welatî.”

Gotinên şaredarê Boluyê ji aliyê gelek saziyên sivîl û civakî ve bi tundî hat şermezarkirin. Li ser wan gotinan ji aliyê Serdozegriya Komara Boluyê ve derbarê Tanju Ozcan ê şaredarê Boluyê de lêpirsîn hat destpêkirin.