Li Herêma Kurdistanê bi rêkarên xweparêziyê mizgeft vekirî dimînin

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand; ew ti carî ligel wê yekê nebûne ku mizgeft ji ber Koronayê bên girtin.

Hewlêr (K24) - Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand; ew ti carî ligel wê yekê nebûne ku mizgeft ji ber Koronayê bên girtin lê divê mela û mamostayên olî welatiyan şîret bikin da ku xwe biparêzin.

Piştîwan Sadiq li ser rewşa Koronayê û mizgeftan peyamek belav kir û ragihand; tevî hatina pêleke din a Koronayê wan rê nedane cardin deriyên mizgeftan û cihên olî bên girtin.

Sadiq herwiha diyar kiriye; helbet beriya niha tenê ji bo parastina can û silametiya welatiyan bi rengekî demkî deriyên mizgeftan hatin girtin lê ti carî ew ligel wê nebûne û nînin ku cardin deriyên mizgeftan bên girtin.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî daxwaz ji mela, mamostayên olî û ew kesên ku diçin mizgeftan jî kiriye, şîretên tenduristiyê bicîh bînin û li nav mizgeftan de maskê bidin ber devê xwe û ji hev dûr rûnên da ku can û jiyana wan parastî be û mizgeft jî her dem vekirî bimînin.