YE: Divê Tirkiye hemû xalên rêkeftina li ser koçberan cîbicî bike

Yekîtiya Ewropayê diyar dike ku divê Tirkiye hemû xalên rêkeftina li ser koçberan cîbicî bike, bi taybetî ewên ku rizamendiya wergitinê ji wan re hatiye, herwiha ewên ku daxwaza wan a mafê penaberbûnê hatiye redkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê diyar dike ku divê Tirkiye hemû xalên rêkeftina li ser koçberan cîbicî bike, bi taybetî ewên ku rizamendiya wergitinê ji wan re hatiye, herwiha ewên ku daxwaza wan a mafê penaberbûnê hatiye redkirin.

Wezîrê Koçberan a Yûnanistanê li ser vê mijarê ji Komîsyona Bilin a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî daxwaz kiriye ku vê kêşeyê ligel Tirkiyê çareser bikin.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihandiye; ew ji reftarên Tirkiyê nîgeran in.

Herwiha diyar kiriye ku dabeşkirina penaberên nişteciyên Yûnanistanê bo ser welatên Yekîtiya Ewropayê karekî serkeftî bûye, hejmara penaberan li ser axa Yûnanistanê kêm bûye û divê beriya hatina demsala zivistanê, kêşeya wan penaberan jî were çareserkirin, ku li ser axa Tirkiye û Yûnanistanê ne.