Li Bedlîsê 21 avahî hatin karantînakirin

Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê di çarçoveya rêkarên li dijî Koronayê (Covid-29) de 21 avahî hatin karantînakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê di çarçoveya rêkarên li dijî Koronayê (Covid-29) de 21 avahî hatin karantînakirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê li navenda bajêr ji ber haletên Koronayê derbarê 21 avahiyan de îro bi awayekî demkî, biryara karantînayê hatiye dayîn.

Parêzgariya Bedlîsê eşkere kiriye ku karantîna îro di demjimêr 23:59an de dest pê dike û di dema karantînayê de pêwîstiyên welatiyan dê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve werin cîbicîkirin.

Herwiha destnîşan kiriye ku ji kesên di van avahiyan de rûdinin, eger karmendên hêzên ewlehiyê û tendirustiyê hebin, ew li derveyî vê karantînayê ne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin; welatiyên ku panbendî vê biryarê nebin, dê rûbirûyî cezayên pere bibin û dê derbarê wan de doz were vekirin.