Salane bi hezaran geştyar serdana Helebceyê dikin

Her sal ji parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi hezaran kes serdana deverên geştyarî yên Helebceyê dikin.

Helebce (K24) – Her sal ji parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi hezaran kes serdana deverên geştyarî yên Helebceyê dikin, lê belê ji dahata wê xelk û hikûmet sûdmend nabin, aborînas jî di wê baweriyê de ne ku divê hikûmet bi rêya wergirtina bacê, deverên geştyarî bike çavkaniya aboriya xwe.

Ji ber taybetmendî û bilindbûna pileya germahiyê, her sal gelek geştyarên naverast û başûrê Iraqê ber xwe didin seyrangeh û cihên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê, îsal ji ber Koronayê û girtina deriyên sînorî, tenê geştyarên navxweyî hatin. Tevî vê yekê jî gelek geştyar serdana Helebceyê kirin.

Li gelek welatan sektora geştyariyê çavkaniyeke girîng a dahatê welat e, lê belê li Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêmê bi rêya gihandina xizmetguzarî bo deverên geştyariyê û hêsankariya ji bo geştyaran û dabînkirina keşeke aram ji bo geştyaran wisa kiriye ku salane gelek geştyar berê xwe bidin bajarên Herêma Kurdistanê.

Aborînas Serko Yûnis jî di wê baweriyê de ye divê hikûmet bi rêya wergirtina bacê, hewl bide sektora geştyariyê bike çavkaniyeke girîng a dahata navxwe.

Li gor amarên Desteya Geştûguzariyê di nava çar rojên cejnê de nêzîkî 250 hezar geştyaran berê xwe dabe bajar û seyrangehên Herêma Kurdistanê, ku %90ê geştyaran, ji bajarên Iraqê hatine. Dahat giştî ya wan çend rojan nêzîkî 75 milyon dolar bûye û ji wan 250 hezar geştyaran jî zêdetirî 90 hezar kes, serdana Helebceyê kirine.