Serokwezîr Mesrûr Barzanî di salvegera jenosîdkirina Barzaniyan de peyamek belav kir

"Bi hezaran mirovên bêtawan ên Barzanî, tenê ji ber ku Kurd bûn, ew birin biyabanên başûrê Iraqê û komkujî kirin.”

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera jenosîdkirina Barzaniyan de peyamek belav kir û ragihand: “Îro em bi rêz û rûmet qurbaniyên yek ji tawanên herî dirinde û herî mezin ên rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin, ku 38 sal beriya niha, di kiryareke nijadperestan de, bi hezaran mirovên bêtawan ên Barzanî, tenê ji ber ku Kurd bûn, ew birin biyabanên başûrê Iraqê û komkujî kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em îro qurbaniyên wê komkujiyê bi bîr tînin. Tevî wê yekê ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê, enfalkirina gelê Kurdistanê weke jenosîd û tawana şer qebûl kiriye, lê heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kesûkarên qurbaniyan nehatine qerebûkirin, ku erkekî exlaqî û yasayî ya hikûmeta Iraqê ye ku kesûkarên qurbaniyan û ziyandîtiyên hemû wan tawanên li hember gelê Kurdistanê hatine encamdan, qerebû bike.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Îro em bi rêz û rûmet qurbaniyên yek ji tawanên herî dirinde û herî mezin ên rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin, ku 38 sal beriya niha, di kiryareke nijadperestan de, bi hezaran mirovên bêtawan ên Barzanî, tenê ji ber ku Kurd bûn, ew birin biyabanên başûrê Iraqê û komkujî kirin.

Jenosîdkirina Barzaniyan, bûye destpêka çend tawanên din ên jinavbirin û wêrankirina Kurdistanê, ku di salên paş de rejîma Be'sê di çend qonaxan de dest bi Enfal û kîmyabarankirina Helebce û wêrankirina bi hezaran gund û bajarokên Kurdistanê kir, bi vê jî proseya komkujîkirina xelkê Kurdistanê û wêrankirin û şewitandina Kurdistanê, gihişte asta bilind a zilm û dirindeyî.

Em îro qurbaniyên wê komkujiyê bi bîr tînin. Tevî wê yekê ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê, enfalkirina gelê Kurdistanê weke jenosîd û tawana şer qebûl kiriye, lê heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kesûkarên qurbaniyan nehatine qerebûkirin, ku erkekî exlaqî û yasayî ya hikûmeta Iraqê ye ku kesûkarên qurbaniyan û ziyandîtiyên hemû wan tawanên li hember gelê Kurdistanê hatine encamdan qerebû bike.

Di vê bîranînê de, em pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan car din tînin ziman û tiştê ku di şiyana me de be ji bo xizmetkirinê, em texsîr nakin.

Ez serê rêz û hurmetê ji bo qurbaniyên jenosîda Barzaniyan û hemû şehîdên gelê Kurdistanê ditewînim.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

31ê Tîrmeha 2021ê