Serokê Şaxa Diyarbekirê ya AK Partiyê: Divê kujer bi awayê herî tund werin cezakirin

Muhammed Şerîf Aydin li ser kuştina malbata Kurd li bajarê Konya yê Tirkiyê diyar kir ku divê kujer bi awayê herî tund werin cezakirin.

Diyarbekir (K24) – Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Muhammed Şerîf Aydin li ser kuştina malbata Kurd li bajarê Konya yê Tirkiyê diyar kir: “Em hêvî dikin ku kujer bi awayê herî tund bigihin cezayê ku heq dikin.”

Muhammed Şerîf Aydin li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Li Konyayê kuştina heft welatiyên me bi awayekî hovane, dilê me şewitand. Rehma Xwedê li kesên ku jiyana xwe ji dest dane be û em ji bo kesûkarên wan sersaxî dixwazin.”

Aydin herwiha got: “Weke her kesî, em jî hêvî dikin ku kujer bi awayê herî tund bigihin cezayê ku heq dikin.”

 

Duh 30ê Tîrmehê 2021ê li navçeya Meram a Konyayê komekê ku berê xwe wek nijadperestên tirk dane nasandin ji malbatê re gotine; “Em ulkucî ango nijadperestên tirk in û em we li wan deveran nadin jiyandin” û êrîşî malbatê kirine û di wê êrîşê de 3 jê jin, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û piştre jî mal şewitandine.

Parêzerê wê malbatê Abdurehman Karabulut li ser twitterê ragihand: “Kesên ketî û ne mirov malbata ku ez parêzerê wan bûm qetil kirin, me gelek caran hişyarî da. Lê 3 jê jin, bi giştî 7 kes qetil kirin.”

Hat ragihandin malbata Dedeogullari 24 sal e li Hasankoy dijîn û ên ku êrîş pêkanîne jî 15 sal in li heman taxê ne. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: Yaşar, Bariş, Serpîl, Serap, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogullari.