PAK: Em şehîdên Enfala Barzaniyan bi giramî bîr tînin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 38emîn salvegera enfala Barzaniyan peyamek belav kir û ragihand: “Em şehîdên Enfala Barzaniyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”
Wêne: arşîv
Wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 38emîn salvegera enfala Barzaniyan peyamek belav kir û ragihand: “Em şehîdên Enfala Barzaniyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi boneya 38emîn salvegera enfala Barzaniyan peyamek belav kir û diyar kir: “Di roja 31ê Tîrmeha 1983yan de li dijî Barzaniyan Enfal hate li dar xistin. 8 Hezar mêrên Barzaniyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn, ji aliyê rejîma Seddam, ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Qûştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisiyê heps kirin.”

PAK desnîşan dike: “Mêrên Barzaniyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawiya eziyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 38 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piraniya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawiyê hatine dîtin.”

Herwiha eşkere kir: “Em di 38emîn salvegera Enfala 8000 Barzaniyan de, şehîdên Enfala Barzaniyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin. Hemû qesasên Enfala Barzaniyan careke din rûreş dikin.”