Li Herêma Kurdistanê 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1695 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1695 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 314 kes li Hewlêrê, 16 kes li Silêmaniyê, 1322 kes li Duhokê û 22 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1230 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 231958

Mirin: 4786

Başbûn: 199654

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.