Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Umeya Iraqî kir

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya proseya siyasî ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hilbijartina paşerojê ya Iraqê hatin gutfûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 31.07.2021 pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Umeya Iraqî ya bi Serokayetiya Mehmud Husên Reza El Egîlî Emîndarê Giştî yê Partiya Umeya Iraqî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya proseya siyasî ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hilbijartina paşerojê ya Iraqê hatin gutfûgokirin. Her wiha ronahî hate xistin li ser pêwîstiya parastina aramiya Iraqê û rêgirtina li kûrtirbûna qeyranan.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser hemahengî û peywendiya di navbera aliyan ya ji bo rûbirûbûna gefan hate kirin.