Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê Kombûna Kefaat kir

Di civînê de, dawî guhartin û pêşhatên Iraq û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Ferderalî hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Tebaxê pêşwazî li Serokê Kombûna Kefaat Dr. Heysem Cibûrî kir.

Di civînê de, dawî guhartin û pêşhatên Iraq û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Ferderalî hatin guftûgokirin.

Di mijareke din de, guftûgo derbarê amadekariyên hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Wezîran a Iraqê hate kirin û tekezî li girîngiya encamdana hilbijartineke pak hate kirin ku bibe sedema arambûna rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan.