Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya cejna Çileya Havînê li Êzidiyan dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir û ragihand, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzidî ji dil pîroz dikim.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir û ragihand, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzidî ji dil pîroz dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2 Tebaxa 2021ê peyamek li Twittera xwe belav kir û ragihand, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzidî li Kurdistanê û li her dereke dunyayê bin ji dil pîroz dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Hêvîdar im vê cejnê bi xweşî û aramî derbaz bikin û cejn û bîrhatinên bên jî di dem û rewşên baştir de vegerin. Her sal bi xêr û xweşî. Silav li malbat û kesûkarên qurbaniyên Êzidiyan.”