Du lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de tên pêkanîn

Ew du lîwayên hevbeş, dê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve were serperiştîkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Herêma Kurdistanê di operasyonên hevbeş de radigihîne, hewlên pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de berdewam in û dê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve were serperiştîkirin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê di operasyonên hevbeş de Lîwa Ebdulxaliq Telhet ji K24ê re ragihand, hewlên pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de berdewam in ji bo bikarin wê valahiya ewlehiyê ya ku DAIŞ tê de çalak dibe, were dagirtin.

Got jî: Di destpêkê de, ew her du lîwa dê werin rahênankirin û piştre dê li cihên diyarkirî werin bicihkirin, bi taybet jî li sînorê Kerkûk, Xaneqîn û Tekrîtê.”

Lîwa Ebdulxaliq Telhet tekez kir jî, “Pêkanîna wan her du lîwayan gelekî girîng e, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê re. Niha ji aliyê Operayonên Hevbeş ên Iraqê û Wezareta Pêşmerge ve kar li pêkanîna wê tê kirin û hêvî dikim di demeke nêzîk de were pêkanîn.”

Aşkere kir jî, ew her du lîwa bi awayekî rasterast ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve tê serperiştîkirin û biryar e jî ew wan bi çek jî bike.

Got jî: “Hêzên Iraqê gihîştine wê baweriyê ku bi tena xwe nikarin navçeyê ji DAIŞê biparêzin.”