Li Herêma Kurdistanê 13 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3350 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3350 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3350 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 964 kes li Hewlêrê, 890 kes li Silêmaniyê, 1348 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 103 kes li Germiyanê û 34 li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 716 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 213 kes li Hewlêrê, 324 kes li Silêmaniyê, 125 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 237730

Mirin: 4818

Başbûn: 201184

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.