7 sal di ser êrîşa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê re derbas bûn

Heft sal piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê çekdarên rêxistina tundrew a DAIŞê ve, heta niha jî nepeniya êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê nehatiye eşkerekirin.

Hewlêr (K24) – Heft sal piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê çekdarên rêxistina tundrew a DAIŞê ve, heta niha jî nepeniya êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê nehatiye eşkerekirin, ku çima çekdarên wê rêxistinê, berê êrîşên xwe ji Bexdayê guherandin bo Herêma Kurdistanê û bêyî ciyawazî zirar dan hemû pêkhateyan. Pêşmerge li hember êrîşan berevaniya hemû pêkhateyan kir.

DAIŞê ji çar aliyan êrîşî Şingalê kir û di encam êrîşê de bi sed hezaran kes aware bûn û bi hezaran kes jî ketin ber destê DAIŞê.

Fermandarê Fermandariya Zêrevanî Ezîz Weysî bal kişand ser wê yekê ku êrîşa ser Şingalê ji bo jêbirina nasnameya Kurdistanîbûnê bû, dixwestin bi vê rêyê Kurdistanîbûnê ji Şingalê bistînin.

Ezîz Weysî diyar dike ku ji destpêka êrîşa DAIŞê ve, Pêşmergeyê Kurdistanê bêyî ciyawazî berevaniya hemû pêkhateyên Kurdistanê kir û yekem şer jî li devera Hemdaniye bû, ku cihê pêkhateya Mesîhî bû û şer bi dirêjahiya 78 demjimêr berdewam bû û çekdarên DAIŞê têk birin.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Nasir Kirêt diyar dike ku mebesta DAIŞê di wan êrîşan de ji bo dagirkirina hemû axa Herêma Kurdistanê bû û di wê êrîşê de zirara herî mezin li Kurdên Êzidî ket.

Îro heftemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî ye, ku bi destê çekdarên rêxistina tundrew a DAIŞê rûda. Kurdên Êzidî diyar dikin ku ew êrîş û kuştina Êzidiyan, fermana 72yem bû, ku di dirêjahiya dîrokê de bi ser Êzidiyan de hatine.

Roja 10ê Hezîrana 2014an, di serdema Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî de çekdarên DAIŞê ji axa Sûriyê derbasî nav axa Iraqê bûn û li parêzgeha Neynewa û bajarê Mûsilê artêş û hêzên Iraqê têk birin û piraniya deveran dagir kirin.