Peyama Nêçîrvan Barzanî di salvegera heftemîn a jenosyda Şingalê de

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera heftemîn a jenosayda Şingalê de peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera heftemîn a jenosayda Şingalê de ragihand, di bîranîna pir bi êş û azar ya heft saliya komkujiya Şingalê û dewrûbera wê da, bi rûmetê ve qurbaniyên xûşk û birayên me yên Êzdî bi bîrtînîn û serê rêz û rûmetê ji bo wan ditewînîn.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Li bîranîna pir bi êş û azar ya heft saliya komkujiya Şingalê û dewrûbera wê da, bi rûmetê ve qurbaniyên xûşk û birayên me yên Êzdî bi bîrtînîn û serê rêz û rûmetê ji bo wan ditewînîn. Ew tu demekê ji bîra me û gelê Kurdistanê û mirovayetiyê naçin. Hevsozî û hevxemiya xwe li gel malbat û kesukarên wan û hemû piştevaniyekê xwe ji bo wan dûpat dikîn.

Piştî heft salan hê jî em û tevahiya mirovayetiyê li şoka wê dirindeyî û tawankariya terorîstên Da’îş dane, lê belê xûşk û birayên Êzdî li Herêma Kurdistan û Iraqê çaverêya ewe li me hemûyan dikin ku divê hemû aliyek hewl bidin bo ku kêşeyan çareser û pêdiviyên wan dabîn bikîn heta bikarîn bi piştgîrî û hevkariya hemû aliyek birînên wan bikevînin, ji bo aştevayî, ber bi paşerojeke baştir û jiyaneke aram, hengavên kirdarî bavêjîn.

Divê li rûyê siyasî û desthilat û hikûmetdarî û kargêrî û yasayî û civakî ve li Iraq û Herêma Kurdistanê beşdarî û hevbeşiya rasteqîneya Êzdiyan û tevahiya pêkhatan berfirehtir û çalaktir bêkirin. Karê hevbeşê zêdetir bêkirin bo ku revandiyên Êzdî bêne rizgar kirin û çarenivîsa wendabûyan bê eşkere û yek alî kirin, bi asayîş û aramiyê navçeyên wan parastî bin û bêne avadan kirin bo ku bikarin bi serfirazî vegerin. Li hemûyan jî girîngtir em hemû hevkar bîn heta baweriya wan bi wan bi xwe vegerê.

Pêkhata Êzdî ku hezaran sale bingeheke bi hêz ya pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirinê ye, piştî wan hemû karesatên li dîrokê de li ser wan de hatine, giyan û ser û malên xwe ji dest dane, lê belê tu demekê bawerî û ola xwe ji dest nedane û bi xweragirî mane, em piştrastîn bi xwest û îradeya wan ya bi hêz ev birîna wan jî tê kevandin, lê belê erkê me û tevahiya mirovayetiyê ye ku piştrastî û baweriyê bidîn û li ser asta cîhanê kar bikîn bo ku ew karesata Şingalê û Êzdiyan bi jenosayd bê nasandin.

Her li vî derbarî de pêşwazî û destxweşiyê li hengavên vê dawiyê ya li Iraq û li Parlemena Belçîka û Holenda û ewên pêştir jî dikîn û ji bo vê mebestê li gel Neteweyên Yekgirtî û Unitad û hemû aliyên peywendîdar û civaka navdewletî bi giştî li hemahengî û hevkariya de berdewam dibîn, kar dikîn bo ew tawankarên Da’îş bigihin bi sizayên xwe yên yasayî û dadperwerî ji bo qurbaniyan bê bicîhkirin.

Hemû piştgîriyek ji bo daxwaza bi parêzgehbûna Şingalê dûpat dikîn û ji bo serxistina vê projeyê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û parêzgeha Mûsilê kar dikîn. Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn li gor yasaya rizgarbûyên Êzdî ku Encumena Nûneran pejirandiye, qerebûya qurbaniyan û malbat û kesukarên wan bike.

Li vê bîranînê de rêz û silav li giyanê tevahiya qurbaniyan, rêz û silav li giyanê Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê ku bi serkirdayetî û serpereştiya raste rast ya Serok Barzanî ji bo rizgarkirina Şingalê û dewrûbera wê de canên xwe gorî kirin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

03.08.2021